CîhanEwropaNûçe

Jina ku dadweriyê nêzikî Trump destdirêjî li wê kiribû, li Sênaya Amerîkayêî şehedîyên xwe raber kirin

Jina ku berendamê Trump ji bo endamtiya li Dîwana Bilind a federal a Amerîkayê bi reftara nebaş a zayendî tawanbar kiriye bi amasdebûna li civîna bihîstinê ya Komîteya dadweriyê ya Sênaya Amerîkayê li dijî wî şehedî raber kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, kirîstiyen Bilîsî Fordê (Christine Margaret Blasey Ford) roja Pêncşemiyê li vê civînê got: “Dema ku min dît sebebkarê azirandina wî ya cinsî biryar e ji aliyê Trumpê serokomarê Amerîkayê va wek berendamê endamtiya li Dîwana Bilind a federal a Amerîkayê were nasnadin, min biryar da ku rastiyan bidim ber destê gel û parlementeran”.

Fordê her wiha qala zextû gefên ku li pey vê aşkirakirinê hatine ser wê kir û got ku ew û malbata wê bi caran ketine ber gefa kuştinê bi awayekî ku neçar mane terka malê xwe bikin.

Ev mamosteya zanîneghê yekem jin bû ku vê dawiyê Brêt Kavana berendamê serokomarê Amerîkayê ji bo endamtiya li Dîwana Bilind a federal a Amerîkayê bi neçêbikaranîna cinsî tawanbar kir û aşkira kir ku Kavana li cejneka xwendekaran di sala 1982an da xwestiye ku li wê destdirêjiyê bike.

Kavana heta niha tûşî aşkirasaziya sê jinan derbarê azirandina cinsî ya wan bûye.

Jinekê roja Çarşemiyê ragihand ku reftara cinsî ya nebaş a Kavana bi keçikan ra dîtiye û bi xwe jî dema ku xwendekarê xwendingeha navîn bûye, li mêvaniyekê bi hebûna Kavanayî, bûye goriyê destdirêjiya komkî.

Kesek din Kavana tawanbar kiriye ku li mêvaniyên hevrê digel hevalên xwe madeyên hişber û elkol vedixwariye û destdirjêjiya cinsî li keçikan dikiriye.

Kavana jî roja Pêncşemiyê ji bo raberkirina gotinên xwe derbarê tawanên gendeliya exlaqî yên ku li dijî wî hatine hilêxistin, li civîna bihîstinê ya Komîteya Dadweriyê ya Sênaya Amerîkayê amade bû.

Başa dön tuşu