Jina Netanyahû bi gendeliya abûrî û xapandinê hat tawanbarkirinê.
Li gor rapora ajansa nûçan a Asûşîtêd Press`ê, Sara Netanyahû jina Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî duh pêncşemê ji aliyê wezareta dadweriya vî rejîmî tawanbar bû ku li sê salên bihurî zêde ji 100 hezar dolar ji bûdceya nivîsgeha serokwezîriyê bona karûbarên şexsî xerc kiriye.
Li daxûyaniya wezareta dadweriya Rejîma Siyonîstî destnîşan bûye ku jina Netanyahû bi gendeliya micid tawanbar e.
Li hefteyên bihurî parêzerên Netanyahû xebitîbûn bi dadweriya Rejîma Siyonîstî va rêkevin, belkî tawanên Sara Netanyahû belav nebin.