CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Jinavçûna Amerîka û Îsraîlê riştekî hetimî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê duh berêvarê li hevdîtina hezaran xwendekaran hebûna xala ronahî û hevîdarkir sebeba pêşveçûn û berdewamiya her bizaveke gelêrî û giştî da zanîn û got: Zirûfên tesbîtbûyî yên netewê Îranê li warê encamdayîna karên mezin yên wek serxistina Înqilaba Îslamî, xala herî girîng a hêviya bizva mezin a netewê Îranê ber bi serêxwegirtina hedef ên mezin û pêşeroja bi ronahî ye.

Li gor rapora malpera nivîsgeha rêberê mezin a Înqilaba Îslamî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî li vê hevdîtinê wedeya rastîn û hetmî ya Xwedê teala li bara serxistina piştgir û alîkarên dînê Xwedê xala din ya hêvîkir da zanîn û got: Rizîbûn û bişûndamayîna medeniyeta rojava ku şik û guman lê tine xaleke din a hêviya pêvajoya bizava giştî ya netewê Îranê ye, helbet ji bo ku ev mesela eşkera bikeve ber çavan hinekî dem jê re pêwîst e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: Hûn xurtên me dilniya bin ku hûn ê têkçûn û jinavçûna dijminên beşeriyetê anku medeniyeta Amerîkî û jinavçûna Îsraîlê bi çavên xwe bibînin.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha ji xwendekar û ciwanan xwest bisya behrewergirtina ji derfeta bêmînak a meha pîroz a rojiyê pêwendiya xwe bi Xwedê teala re qahêm bikin û got: Vê derfeta hêja ya nêzkbûn û hogirbûna bi Qurana pîroz û nimêj û ebadetê ji xwe re bikin edeteke qenc û mayinde.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê paşê bal kişand ser hin hewldan û xebatên xwendekaran li warên curbicur ên navxweyî, navçeyî û navneteweyî bi taybet li vê sala derbasbûyî û got: Piştgiriya komên xwendekaran ji karkeran, ketina nav niqaşên bijartinan û spartina post û karan an ji diyarkirina xwestekên xwe ji sê dezgehên birêvebirina karûbarên welêt û Civata Diyarkirina Xêr û Kara Nizamê di hin babetan de, herwiha birêxistina civînên piştgiriya ji xelkê Yemenê û nîşandana helwêstên xwe derheq bûyerên Zelanda Nû û Nîceryayê ji wan karên baş ên xwendekaran bûn.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha ji xwendekaran re pêşniyar kir ku  di nav zanîngehan komên bizavê pêk bînin û ji xwendekarên welatên hêla berxwedanê bixwazin ku bi hev re bikevin nav behs û niqaşên derheq meselên navneteweyî û meselên girîng ên cîhana Îslamê û ev karana wek beşdarî û rêzaniya xwendekaran li warê bizava giştî ya netewê Îranê ber bi pêşeroja rohn a welêt da zanîn.

Başa dön tuşu