EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf tev serokê meclisa Xenayê

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, roja sêşemiyê tev Êdward Adacahû, serokê meclisa Genayê li Akrayê hevdîtin pêk anî û li ser berfirehkirina peywendiyên dualî pêgîrî kirin. Wezîrê karên derve yê Îranê, di vê hevdîtinê de ku li cihê meclisa Genayê pêk hat, tev serokê Meclisa vî welatî, herwiha li ser şerrê dijî terorîsmê jî gotûbêj kir. Sefera Mihemed Cewad Zerîf bo rojavayê Afrîqayê, ligel taximeka siyasî- aboriyê, ji roja yekşemiyê va dest pê bûye. Wezîrê karên derve yê Îranê, sibeha îro çarşemiyê derbasî paytexta Gîneya Konakêriyê bû û di vê seferê de biryar e tev serokkomar, serokê meclisê û wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.

Zerîf destpêkê çû Nîcêriyê û di vê seferê de tev serokkomar, serokê meclisê û wezîrê karên derve yê Nîcêriyê hevdîtin pêk anî û paşê çû Xenayê û tev berpirsên vî welatî jî hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Mihemed Cewad Zerîf, biryar e ku piştî Gîneya  Konakêrî, ber bi welatê afrîqayî ya Maliyê bibe. Taximeka pilenbilind a aborî û siyasî, li sefera bo rojavayê Afrîqayê tev Zerîf çûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu