NûçeRojhilatanavinSûriye

Jinên Qamişliyê bona piştgiriya ji artêşa Sûriyê xwenîşandan bi rê xistin

Bi dehan kes ji jinên bajarê Qamişliyê li parêzgeha Hesekê bona protestokirina gefên rayedarên Tirkiyê li dijî yekperçetiya erdê û piştgiriya ji artêşa Sûriyê vê sibê xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, ev meşa ji meydana  El-Sebe Behratê ber bi meydana  navenda ferhenga erebî destpê bû.

Li vê meşê jinên sûrî bi bilindkirina  alayên welatê xwe û plakardan  bona piştgiriya ji artêşa Sûriyê, gefên rayedarên  Tirkiyê li dijî yekitî û yekperçetiya erdê Sûriyê û piştgiriya  vî welatî ji komên  terorîstî şermezar kirin.

Xwenîşanderan bal kişandin  ser vê yekê ku artêşa Sûriyê tenê garantorê yekitiya gel û parastina yekperçetiya  erdê vî welatî û tenê qaweta neteweyî ye ku dikare li hember terorîzmê û destdirêjkirên biyanî raweste, gefa Sûriyê ji aliyê rayedarên  Tirkiyê weke bihêzkirina dubare bo komên çekdar ên teorîstî dan zanîn.

Jinên sûrî gefên Tirkiyê bona êrişa ser navçên  rojhilata  Firata Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku her cure plana  destdirêjkirane ya nû li dijî nizama  Sûriyê dê işkestê bixwe.

Başa dön tuşu