CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Cihûyên siyonîst darên zeytûnan ên filistîniyan birîn

Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ya ku di binê dagiriyê da ye, li bajarokê Bûriyna li ser bajarê Nablûsê Cihûyên siyonîst paşê li wê derê hatine bicihkirin 27 darên zeytûnan birîn.

Gassan Daglasê Berpirsê Dosyeya Deverên Xwecihî yên Cihûyên siyonîst ên li bakurê Şerîeya Rojava ya ku di binê dagiriyê da ye, di daxuyaniya xwe wiha got, “Komeke Cihûyên siyonîst ji Yîtzhara li başûrê Nablûsê li bajarokê Bûriynê 27 darên zeytûnan ên berhemdar ên cotkarên filistînî birîn.”

Filistîniyên ku li hin bajarên Şerîeya Rojava dijîn, debara xwe bi darên zeytûnan dikin. Cihûyên siyonîst li wir hatine bicihkirin car caran êrîşî baxçeyên li dervayî bajaran dikin. Tê destnîşankirin ku bi taybetî jî êrîşên xwe di dema daweşandina darên zeytûnan da zêde dikin.

Li dewrûbera Nablûsê, piçûk mezin qedera 39 deverên cihû lê hatine bicihkirin hene û herwiha li van deveran nêzîkî 40 hezar cihû dijîn. Ev Cihûyên siyonîst car caran êrîşî filistîniyan dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu