IraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Iraqê: îcrabûna qanûna bingehîn li Iraqê dibe sebeb ku carek din dîktatorî û zorbêjî nezivire vî welatî

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li civîna îro şemiyê ya ser navê“ Irqaq piştî DAIŞ`ê“ li Bexdayê destnîşan kir; Li nav Iraqê hemû pêwîste ku qanûna bingehîn berçav bigrin.

Serokkomarê Iraqê destnîşan kir; ji ber ku cîhana îro ketiye ber bahoza guhartinan, pêwîst e hêzên siyasî yên Iraqê dûr ji her cure kêşeyên siyasî ji xêr û qazanca netewî berevaniyê bikin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li vê civînê bilî diyarkirina neyariya xwe tev hizûra hêzên biyanî li şerê nav terorîstan li Mûsilê destnîşan kir; Piştî DAIŞ`ê çek û sîlah tenê dikeve destê dewleta Bexdayê.

Ebadî azadkirina erdên dagîr bûyî ji aliyê terorîstan, xebata dijî terorîstan û zivirandina awareyan bo malên xwe ji bernamên sereke yên dewleta Iraqê daye zanîn û hişyarî daye liv û tevgerên hindek aliyan piştî terorîstên DAIŞ`ê.

Civîna du rojî ya Iraq piştî DAIŞ`ê bi alîkariya parlemana Iraqê û zanîngeha Bexdayê birê ket.

Ji Îranê jî Elaedîn Birocirkî serokê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê pişkdare. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu