ÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirehkirina peywendiya bi Rûsiyê re bernama sereke ya Îranê li deryaya Xezerê ye

Alîkar û şêwirmendê derecebilind ê fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Îranê, berfirehkirina peywendiya aborî, siyasî, berevaniyê û ewlehiyê bi Rûsiyê re bernama sereke a Komara Îslamî ya Îranê li warê Jêopolîtîk a deryaya Xezerê (Kaspiyen) ragihand.

Serleşkir seyd Yehya Rehîm Sefewî, alîkar û şêwirmendê bilind ê fermandê giştî yê yê hêzên Îranê roja pênşemiyê li seredana bendra Kaspiyenê, navça azad a Enzeliyê, nifûsa 150 milyon kesî ya Rûsiyê ji mijarên giring ên hevkariya navbera du welatan li warên curbicur da zanîn û got : Jeopolêtîk, siyaset, qawet û cuxrafiyayê û hevkariya bi Rûsiyê, Tirkmenistan, Qezaqistan, Komara Azerbaycanê re dikare çarçova peywendiya statejîk a Îranê li deryaya Xezerê diyar bike .

Li gorî rapoar ISNAyê, serleşkir Rehîm Sefewî her wiha destnîşan kir ku Îran jibo jordebirina peywendiyên siyasî û aborî bi welatên derdora deryaya Xezerê re dikare peywendiya stratejîk a 30 salî li warên siyasî, aborî û heta ewlehiyê û berevaniyê bi Rûsiyê re hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu