FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Du filistînî şehîd bûn

Xortekî filistînî bi destê leşkerên Rejîma Siyonîst li Beytulehmê, li başûrê Perrrava Rojavayê Çemê Urdinê û xortekî din li zîndanên vê rejîmê şehîd bûn.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Filistîn Elan`ê, Civata Hîva Sor a Filistînê ragihand, leşkerên Rejîma Siyonîst, roja duşemiyê bi êrişa ser bajaroka Teqwe li bajarê Beytulehmê, xortekî filistînî şehîd kirin û çar kesên din jî birîndar kirin.

Bi şehîdbûna vî xortê filistînî, hejmara şehîdên Intifazeya Qudsê gihîşte 275 kesan.

Bi zêdebûna cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan ji wan dijî zarokan û herwiha destdirêjiya ser avahiyên îslamî û hewldana wan jibo perçekirina ji hêla  dem û cihê ya Mizgevta El Eqsayê, filistînî li Cotmeha 2015`an li bersiva li hember van cinayetan, Intifazeya Qudsê dest pê kirin.

Ji destpêka Întîfazeya Qudsê va, hejmareka zav ji filistîniyan jî birîndar bûne û yan jî hatine girtin.

Mehmûd Besîle, xortekî din ê filistînî jî roja duşemiyê bi dû sersariya dixtorên zîndanekî Rejîma Siyonîst, di encama nexweşiya dil de şehîd bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu