AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Rêjîma Sîyonîst girêdayîyê tu qanûn û qirarekî navnetewî nîne û roja îro jî gefeke cidî jibo hemî navçe û cehanê tê hesêb

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro li koma nûçegihanên navxweyî û bîyanî di bersiva pirsa nûçegihanê me da li bara gefa atomî ya rêjîma Israîlê jibo navçê û ewlehîya navnetewî û xafilbûna ji mijara hilkolandina sîlehên atomî yên Rêjîma Sîyonîst li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê herwiha got: Rêjîma Sîyonîst bûye sedema dilgiranîya weltên herêmê û derveyî navçê.

Qasimî herwiha got: Mijara sîlehên atomî yên Israîlê hertim di destûrkara Îranê û welatên din ên dinyayê li cuvînên navnetewî bûye lê, vîyaneke cidî pêwîst e ta ku Rêjîma Sîyonîst jibo jiçekirina sîlehên atomî were neçarkirinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser lidarxistina şeşemîn konfiransa navnetewî ya piştgirîya ji serhildana Fiilstînê ku yê ji sibê va bi pişkdarîya desteyên ji 80 welatên cehanê li Têhranê destpê bibe jî got: Meseleyên berfire ji wan dewama dagirkerîya Rêjîma Sîyonîst li vê civînê yê bên hilêxistinê.

Qasimî li bara axavtina hin rayedarên welatên navçê li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê jî got: Tevî axavtinên narewa li dijî Îranê li vê konfiransê, Komara Islamî ya Îranê sîyaseta xwe ya kêrhatî ya ser bingeha aştî, ewlehî û istiqrarê li navçê didomîne û jibo tu helwest û karekî kirêt û bersivdayîna li hemberî wê nabe pêşeng.

Qasimî bi gotina vîya ku helwestên hin welatan ku li Konfiransa Monîxê hatin hilêxistinê, dubarebûyî ne û ewên ku gotinên neberaqil dibêjin bila zêdetir bala xwe bidin ser dûhatên gotinên xwe û bizanibin ku sebir û hedara Îranê jî sînorek heye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li bara gotinên wezîrê karên derve yê Tirkîyê li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê jî got: Rewşa bêserûber û aloz a Tirkîyê bûye sebeb ku hin sîyasetvanên vî welatî helwest û gotinên nelirêzê hilêxin û ihtimaleke zef heye ku wan fikra dûhatên wan gotinên xwe nekriine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêkutî kir: Gotinên wezîrê karên derve yê Tirkîyê ji ber hêrsbûnê û jibo tawanbarkirina welatên din têkildarî wan pirsgirêkan in ku Enqere ji ber sîyasetên çewt pêrgî wan bûye.

Qasimî her wiha biserkevtîzxanîna civîna Astane-2 û peywendîyên her sê welatên garantorê agirbesê li Sûrîyê jî got: Civîn û axavtin jibo liyêkgiheştinê û helwestên hevpar tên lidarxistinê tevî ku mimkin e li ser hin mijaran nêrîna her sê alîyan cida be.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li bara serdana Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bo Uman û Kuweytê ku di demeke kurt da pêk hat, hevkarîya navçeyî sîyaseta isûlî ya Îranê zanî û got: Li vê serdanê bilî meseleyên dualî, nêrînên alîyan li bara meseleyên navçê û heta astekê meseleyên cehanî bi berfirehî hatin hilkolandinê.

Qasimî li bara lidarxistina giştpirsîyê li Qerebaxê jî şîret kir: Jibo çareserkirina vê qeyranê ku gellek dilgiranî jibo navça Qefqazê saz kirine, divê zûka rêçareyek bê peydakirin.

Giştpirsîya îro li Qerebagê sîstema birêvebirina vê deverê ji nîvserokatîyê vediguhêre serokatîyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li bara serdana Ibrahîm Rehîmpûr alîkarê beşa Asîya û Oqyanûsîyê ya vê wezaretxanê  bo Moskovê jibo pişkdarîya li gotûbêjên aştîya Efganistanê jî got: Civînên curbicur li asta navçê û dinyayê jibo çareserkirina pirsgirêkên herêmê tên lidarxistinê û li gorî rabhorî û rewşa taybet a peywendîyên Îran û Efganistanê, Komara Islamî ya Îranê li civîna Moskovê amade bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu