CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Êrîşa devkî ya alîgirên Trump li ser parlementera çermreş

Alîgirên Serokomarê Amerîkayê careke din bi êrîşa devkî ser parlementera misilman a Kongreya vî welatî, li djî vê parlementera çermreş dirûşme dan.

Li gorî rapora Malpera Hill’ê, Alîgirên Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê roja çarşemiyê di kombûna Hilbijartinê ya li bajarê Girîn Wîlê li parêzgeha Karolînaya Bakur ku bi amadebûna Trump hat lidarxistin, li dijî Îlhan Omer Jina misilman a parlementera Kongreya Amerîkayê dirûşme dan  şxwestin ku ev parlementera jin a Somalyayî li welatê xwe bê vegerandin.

Ev dirûşme di encama gotinên nijadperestane yên vê dawiyê yên Trump li dijî çar parlementerên çermreş hatibû dayîn.

Trump roja Yekşemiypê bi twittekê xwestibû ku çar jinên rengînçerm ên endamê Kongreyê bo welatê xwe bên vegerandin.

Ev çar jin, Elêksandiriya Okaziyo Kortêz (Alexandria Ocasio-Cortez), Îlhan Omer (Ilhan Omar), Ayana Prêslêy (Ayanna Presley) û Reşîde Talib (Rashida Tlaib) in ku di konferansa hevpar a çapemeniyê daxwaza helwêsta ciddîtir a Kongreyê li hemberî gotinên Trump û şopandina pêvajoya jêpirsîna wî kirin.

Başa dön tuşu