ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îranê ti vexwendnameyek ji Erebistanê nestandiye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî dibêje ku vî welatî ti vexwendnameyek li bara Hecê ji Erebistanê nestandiye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasim îro li press konferansa xwe ya hefteyê got ku Erebistana Siûdî ti vexwendnameyek ji bo Îranê bona beşdariya li Hecê neşandiye û nûçeyên li bara şandina vê vexwendnamê rast nînin.

Belavoka Al-Hayat ya Erebistanê ku li Londonê tê weşandin vê dawiyê nivîsîbû ku Erebistana Siûdî ji Îranê xwestiye ku  li rûniştinên diyarbûyî ji bo serokên deste û taximên boruyên karûbarên Hecê ku bona rêkûpêk û organîzekirina seferên heciyan yên sala tê pêk tên, beşdariyê bike.

Qasimî got vexwendin û daxwaziyeke wijha negigihêştiye destê rayedarên îranî, li vî halî de em jî ti karekî nikarin li vê barê bikin û tê pêşbînîkirin ku îsal jî em nikarin bernameyekê bona şandina heciyan bo Mekayê daynin.

Li heca 2014ji ber bê bernametî û birêveberiya nekirhatî ya rayedarên siûdî li Hecê li dema Remî Cemeratê liMinayê hezaran tewafkirên mala Xwedê teala jiyana xwe ji dest dan ku li gorî rapora Associated Pressê hejmara kesên ku jiyana xwe li wê bûyerê ji dest dan ji 2 hezar û 426 kesan derbas bû, lê rayedarê siûdî îdia kirin ku tenê 770 kesan ji ber bûyera Minayê jiyana xwe ji dest dane.Li wê bûyerê 461 heciyên îranî can dan. Rayedarê siûdî bi danîna şertên ecêb û neberaqil ji bo beşdariya heciyên îranî li heca 2015 li pratîkê pêşiya beşdariya heciyên îranî li wê Hecê girtin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu