EfrîqaEwropaNûçe

Kalîforniya xwe amade dike ku ji Amerîkayê cuda bibe

Serokê tevgera ‘Yes California!’ ya li Amerîkayê Louis Marinelli daxuyand ku ew ji bo ji eyaletên din ên welêt cuda bibin, olan dikin ku referandûmê lidar bixin.

Marinelli li Moskovayê piştî forûma bi navê ‘Diyaloga Netewan: Mafê Tayînkirina Qedera xwe ya Gelan û înşakirina cihana piralî’ di civîneke çapemeniyê de aixivî û got “kampanyaya me piştî daxuyaniya ‘em dikarin bêyî politikaya derve ya Amerîkayê jî bijîn’ destpê kiribû. Em dikarin wek welatekî serbixwe bijîn.”
Siyasetmedarê Amerîkayî diyar kir ku ew planên xwe bi niştecihên Kalîforniyayê re jî parve dikin û got “em bi Kalîforniyayiyan re diaxivin, em wan agahdar dikin û ew jî berteke pir baş didin vê yekê.” Marinelli da zanîn ku ji bo referandûmê divê têra xwe îmzeyan kom bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu