CîhanNûçe

Kamyonê da ser gel, 62 almanî hatin kuştinê û birîndar bûn

Şeva buhurî li bajarê Berlîna Almanîyayê da ser gelê ku mijûlê kirrînê bûn û di encamê da herîkêm 12 kes hatin kuştinê û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala Al-Alamê, polîsên Almanîyayê piştrast kirin ku diqewime ev bûyera êrişeke têrorîstî be ku li bazara kirîsmesê ya Biraytşayd Platzê li kolana Şarlotênbêrga Berlînê pêk hat û ji gelê vî şarî xwest ku heta dikarin ji malên xwe neyên derê.

Navenda polîsên Berlînê ragihand ku alîkarê şofêr li vê bûyerê hatîye kuştinê lê ajokarê kamyonê hatîye girtinê.

Di vî halî da rojnama Washington Time nivîsî ku koma têrorîst a DAIŞ`ê ragihandîye ku berpirsîya êrişa li bazara Berlînê dide ustîyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu