ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Baqirî: Tu welatek nikare detsdirêjiyê bike ser Îranê

Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Li Komara Îslamî ya Îranê dijmin nikarin bighêjine tu armanc û hedefeke xwe.

 Serleşkir  Muhemed Baqirî roja duşemê li seredana  yekîneyên zirihî, hewayî û bejahiyê yên artêşa Komara Îslamî ya Îarnê li Dizfûlê li başûrê rojava Îranê got;: Qaweta berevaniyê û îqtidara hêzên çekdar ên Îranê bû sedem  ku  dijmin bigihêje vê encamê ku  her cure destdirêjî û çavberdana ser ax û berjewendiyên  vî welatê inqilabî û xweser li cîhana îroyîn tu encamek xêncî xisar û zirarê ji wna re tinebe.

Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha destnîşan kir: Eva ku  carnan siyasetvanên tezekar îdiayek li dijî Îranê bêxe rojevê û ji artêşên  xwe dixwezin ku  herketeke destdirêjkiane li dijî Îranê hebin.  Eva fermandeyên pilebilind ên eskerî yên van welatan e ku hişyariyê didine siyasetvanên xwe ku îmkana şerê bi Îranê re tine û divê bi riyên siyasî bi îraniyan re biaxivin.

Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: hin siyasetvanên nemaqûl ên Emerîkayê, Rejîma Îsraîlê û Erebistanê zêde ji devê û hedê xwe diaxivin, lê dema dighêjin qonaxa praktîkê pê dihesin ku îqtidara eskerî û berevaniyê ya Îranê nayê derbe lêxistinê.

Başa dön tuşu