CîhanNûçe

Kanadayê mercê vîzeyê ji bo meksîkiyan rakir

Kanadayê mercê vîzeyê ji bo welatiyên Meksîkayê rakir. Hat ragihandin ku ev pêngav wek nîşanekê ye bê Kanada çiqasî giringiyê dide dostaniya xwe bi Meksîkayê re.

Wezareta Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rakirina sepandina vîzeyê li ser welatiyên Meksîkayê, dê hêza reqabeta Kanadayê wek herêmeke geştyariyê jî zêde bike.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di dema helmeta xwe ya hilbijartinê ya sala 2015an de soz dabû ku ew ê vîzeyê ji bo meksîkiyan rake. Hêjayî gotinê ye ku vîze ji aliyê serokwezîrê berê Stephen Joseph Harper di sala 2009an de ji ber sedema ku rêjeya tawanan zêde dikin li ser welatiyên meksîkî hatibû sepandin.

Trudeaudi Hezîranê borî de serdana Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto kiribû û li wir soz dabû ku vîze dê di yekê Berfanberê de bê rakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu