NûçeRojhilatanavinSûriye

Kanala 2 a televîzyona Rêjîma Sîyonîst ragihand ku hêzên taybet ên ser bi artêşa vê rêjîmê jibo sîxorîyê bicaran ketine nav axa Sûrîyê

Kanala 2 a televîzyona Rêjîma Sîyonîst şeva buhurî raporek weşand ku nîşan dida yekîneya taybet a Kerkes (sîsalk) a ser bi hêzên lêzanînên meydanî yên artêşa Rêjîma Sîyonîst derbasî sînorên Sûrîyê li bakûra erdên dagirbûyî yên Filistînê bûne.ç

Denî Keûmaro raporterê vê şebekeyê jî ligel vê yekîneyê şevê û peya derbasî gundekî dûrketî li kûratîya axa Sûrîyê bû ku nêzî nîv kîlomêtrî dûrî sînorên erdên dagirbûyî yên Fiilstînê ye.

Keşmaro herwiha gto: Me karî ligel hêzên artêşê ji wir va her tiştî bibhîzin û bibînin.

Ev rapora herwiha nîşan dide ku serbazan guh didan dengê zêrêhpûşên ku li nêzîkatîya wan derbas dibûn û li ser pêvajoya pevçûna di navbera artêşa Sûrîyê û hêzên neyar û herwiha karên hin sûrîyên ku li gundê nêzîkî sînorê erdên dagirbûyî yên Filistînê dijîn, çavdêrî dikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu