Kanala Al-Alamê: Çar hezar û 657 meyt ji xerabe û kawiliyên bajarê Mûsilê hatin ditîn

Kanala Al-Alamê ragihand ku Komîsarya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Iraqê duh bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir: Tîma hawargihandin û rizgarkirinê ya parêzgeha Nonewayê zêde ji çar hezar û 657 meyt ku nasnameya du hezar û 665ê wan diyar bûye heya 6 Mijdara 2018 ji bin kawilî û gornên komî derxistine. Hîn nasnameya hezar û 992 meytan jî diyar nebûye.
Komîsarya Bilind û Serbixwe ya Mafên Mirovan a Iraqê herwiha diyar kir ku hîn maynên mayî û bombeyên mayî yên dewrana serdestiya DAIŞê ji canê xelkê re bûne taluke, loma pêwîst e hikûmet zûka deverê ji van bombe û maynan û şûn û eserên mayî yên DAIŞê paqij bike.
Artêşa Iraqê li Tebaxa 2017 bajarê Mûsilê û li Kanûna wê salê jî deverên din ên Iraqê ji wicûda koma terorîst a DAIŞê paqij kir.