Wezareta Petrolê ya Îranê, “Kapasîteya hilberîna gazê ya Îranê rojane gihêştiye trîlyonek metrekup.” daxuyanî da.
Bi piştevaniya zêdekirina berhemanîna gaza Îranê li Parsa Başûr, şiyana berhemanîna gaza xav a Îranê bo yekem car ji yek trîlyon metre sêca di rojê de derbas bû.
Hilberîna navînî ya gazê ji qada xazê ya hevpar a Parsa Başûr di van salên dawî de meyla zêdebûnê ya girîng nîşan daye.
Li gorî rapora Dezgeha Plandanînê ya Wezareta Petrolê ya Îranê, “Kapasîteya berhemanîna gaza xav a welêt par li gorî sala borî ji sedî 4 zêde bû û bo yekem car rojane hezar milyon metrekup derbas kir.”
Dezgeha pilandananê ya Wezareta Petrolê ya Îranê, giringiya bîrên gazê yên Parsa Başûr û geşepêdan û berhemanîna zeviyên gazê yên welêt eşkere kir û got:Li gorî nûçeyê, pêşkeftina fizîkî ya plana geşepêdana Qonaxa 11emîn a Parsa Başûr heta dawiya sala borî ji %34 zêdetir hatiye ragihandin.