IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê bona destpêkirina qunaxa dudyan a operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê amade ne

Artêşa Iraqê ji amadebûna hêzên iraqî bona destpêkirina qunaxa dudyan a operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî xeber da.

Necm El-Cebûrî qumandê operasiyona Nêynewayê îro îniyê ragihand; artêşa Iraqê bona destpêkirina qunaxa dudyan a operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê amade ne.

Wî destnîşan kir ku hêzên iraqî li hemû aliyên derûdora Mûsilê amadene û li benda fermana qunaxa dudyan a vê operasiyonê ne.

Ji aliyê dinve firokên şerî yên artêşa Iraqê duh pêncşemê 4 milyon daxûyanî li navçên bin destê terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê belav kirin.

Li van daxûyaniyan ser piştevaniya hemû xelkê Iraqê ji xelkê Mûsilê destnîşan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu