AsyaCîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Karesata teze ji bo penaxwazan li Deryaya Sipî

Li dû xeniqîna qayqeke din a penaxwazan li nav avên Deryaya Sipî (Medîterane), hejmareke nediyar a penaxwazan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, qayqeke hilgira 107 penaxwazan roja şemiyê li mesafeya 30 maylî ya bakurê perravên Lîbiyê xeniqî, lê heta niha tenê çar kes hatine filitîn û heşt meyt jî peyda bûne û ev dilgiranî heye ku karesateke teze li nav avên Deryaya Sipî qewimîbe.

Ajansa nûçeyan a ANSA`yê jî nivîsî: Sibeha şemiyê li opêrasiyoneke hawargihaniyê li Kanala Sîsîlê li başûrê Îtalyayê, meytên 3 penaxwazan li nav qayqekê hatin peydakirin û hevrê digel wan sê kesên din ku di rewşa bedenî ya xerab da bûn jî bi helîkopterekê bo nexweşxaneyê hatin veguehstin.

Her wiha roja şemiyê bi giştî 550 penaxwaz li Deryaya Sipî ji aliyê qayqên gerînê yên hêzên parêzvaniya perravî ya Îtalyayê li Girava Lambe Dozayê hatin filistandin.

Ancêlîno Alfano wezîrê karên derve yê Îtalyayê vê dawiyê got: Kok û bingeha koçberiya bi miliyonan penaxwazî, şerên niha li Iraq û Sûriyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu