IraqNûçeRojhilatanavin

Kargeha çekan a DAIŞê hat teqandin

Operasyona kontrokirina bajarê Mûsilê ya hêzên Iraqê ku hêzên hevpeyman piştgirî dide berdewam dike. Hate ragihandin ku li taxên bajêr îro jî şer û pevçûnên dijwar diqewimin û di encama bombardûmanê de kargehekê çekan a DAIŞê hate teqandin.

Beriya niha hêzên ewlekariya Iraqê kolana Kornîşê ya rojavayê Mûsilê ku avahiya Parêzgariya Mûsilê li vê kolanê ye kontrol kiribûn, lê beriya 2 rojan rêxistina DAIŞê bi êrîşeke dijber careke din karîn bikevin vê kolanê.

Hate ragihandin ku kargeheke çêkirina çek û teqemeniyan a DAIŞê yê li taxa Sewra ya Mûsilê ji aliyê balafir û helîkopterên Artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman ve hatiye teqandin

Terorîstên DAIŞê li navçeya Mûsila Kevin hatine dorpêçkirin. DAIŞî nîştecihên bajêr weke mertalên zîndî bikar tîne. Herwiha bi rêya nîşangir û otomobîlên bombebarkirî jî êrîşên dijber dikin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Artêşa Iraqê didin zanîn, ku niha piraniya çekdarên li Mûsilê mane çekdarên biyanî û bi taybetî jî yên çeçenî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu