EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Cabêriyê- Ensarî çû Jinêv û Brukselê

Huseyn Cabêrî- Ensarî alîkarê wezareta karên derve ya Îranê li beşa karûbarên welatên ereb û Efrîqayê jibo şêwirînên dîplomatîk li bara qeyrana  Sûriyê û Helebê îro pênşemiyê diçe Jinêv û Brukselê.

Qeyrana Sûriyê li rojên buhurî li halekî derbasî qonaxeke biçarenivîs bûye ku  Heleb bûye navenda pevçûnan û agirbes jî nemaye û prespektîveke rohn û zelal jibo çareserkirina qeyranê nayê dîtin.

Eva li halekî ye ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka qeyranê va li ser gotûbêjên alîyên sûrî û çareserkirina siyasî ya qeyranê disekine û di eynî demê de tevî pêkutîya ser pêwîstiya hevkariya civaka cîhanî li warê rawestana  li hember terorîzmê û fanatîzmê, pêşengê rawestana li ber terorîstan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu