NûçeFilistînRojhilatanavin

Xwenîşandana alîgirên Filistînê li meydana Times ya NewYorkê

Serokê Binyata Qedem a piştgirê Filistînê li Amerîkayê li xwenîşandana meydana Times a NewYorkê de got: Em tu carî jinên filistînî ji bîr nakin û em li hemberî vê neheqiyê bêdeng namînin.

Alîgirên Filistînê roja Înê bi lidarxistina xwenîşandanekê li meydana  Times ya New Yorkê daxwaza rawestandina şer li Xezeyê kirin.

Li xwenîşandana alîgirên Filistînê li New Yorkê hejmareke zêde ji xelkê ji hemû beşên civaka Amerîkay beşdar bûn ku bala  cîhanlê ber bi êş û elemên jinên filistînî bikşînin.

Xwepêşanderan cinayetên Rejîma Siyonîst şermezar kirin û ji rayedarên Koşka Spî xwestin ku alîkariyên  xwe bo sîyonîstan rawestînin.Selîhe Okur Gomurkoglu ,Seroka Binyata Qedem a piştgirê Filistînê di vê meşê de got:

Em jinên Filistînî tu carî ji bîr nakin. Em ê li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin, ji ber ku em di demeke dîrokî de ne, me biryara xwe daye. Me biryar da ku em li ser rêya rast a dîrokê bin û piştgiriya jinên serbilind ên Filistînî bikin.

Başa dön tuşu