CîhanEwropaNûçe

Çînê bangî Amerîkayê kir: Çekan nefroşe

Wezareta Karên Derve ya Çînê bang li Amerîkayê kir ku çekan nefroşin welatê Taywanê û hemû pêwendiyên xwe yên leşkerî yên li gel Taywanê bidin sekinandin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Lu Kang diyar kir ku Amerîka ji aliyê Pekînê ve hatiye protestokirin û got: “Ew li dijî hemû wan çalakiyan in ku dê zirarê bidin serweriya niştimaniya wan”.

Lu Kang wiha pê de çû: “Em bang li Amerîkayê dikin, ku firotina çekan a ji Taywanê re û hemû pêwendiyên xwe yên leşkerî yên li gel Taywanê bidin sekinandin.” Herwiha Lu Kang agahdar kir, ku eger na, dibe ku pêwendiyên her du welatan ji ber vê zirarê bibînin.

Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Parastinê Ren Guoçiang jî diyar kir, ku ji aliyê Amerîkayê ve firotina çekan, tê wê wateyê ku Washington destwerdana karûbarên navxweyî yên Çînê dike.

Ren Guoçiang anî ziman ku bi çi awayî dibe bila bibe, ew li dijî wê yekê ne, ku welatek ji Taywanê re çekan bifiroşe yan jî li ser qada leşkerî têkeve pêwendiyê.

Rêveberiya Washingtonê diyar kiribû, ku biryara firotina çekan, li gor Yasaya Pêwendiyên Taywanê ye û ji bo pêwestiya parastina giravê tê dayîn. Herwiha Amerîka eşkere kiribû, ku polîtîkaya wan a li gel Çînê dê neguhere. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu