ÎranNûçeRojhilatanavin

Istikbara cîhanî, hokara durûtî û xwînrêjiyê li cîhana Îslamê ye

Alîkarê serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê inqilaba islamî destnîşan kir: Istikbara cîhanî sebeba durûtî û xwînrêjiyê li cîhana Îslamê ye.

 Hucetulîslam welmuslimîn Ehmed Merwî alîkarê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Inqilaba islamî roja pênşemiyê li hevdîtina tev pêşnimêjên îniyê yên parêzgeha Kurdistanê li bajarê Sinê li rojava Îranê destnîşan kir: Îro rojê cîhana Îslamê tûşî pirsgirêka bêtifaqî, durûtî, xwînrêjî û şerekî bûye ku îstikbara cîhanî sebeba wê ye.

Hucetulîslam welmuslimîn seyîd Muhemed Huseynî Şahrûdî nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li parêzgeha Kurdistanê jî li vê civînê got: Ser fermana rêberê giranqedr hemî îmkan û xizmetên ku dane  navendên zanistên dînî yên şîeyan divê raberî navendên olî yên suneyan jî bikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu