ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Gilad Erdan: Îran bi rêya xaka Iraqê êrîşî Îsraîlê bike

Wezîrê ewlehiya navxweyî yê Îsraîlê Gilad Erdan ragehand ku, Îran bi rêya xaka Iraqê êrîşî welatê wî dike.

Wezîrê ewlehiya navxweyî yê Îsraîlê Gilad Erdan di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, Îran gefên xwe li ser Îsraîlê zêde dike û guman tê kirin ku, Îran ji binkeyên serbazî yên li ser xaka Iraqê mûşekan bavêje Îsraîlê.

Wezîrê ewlehiya navxweyî yê Îsraîlê Gilad Erdan da zanîn ku, Îran bi hemû hêza xwe hewldide dorpêça xwe li ser Îsraîlê bike daku, Tel Evîv bitirsîne.

Wezîrê Îsraîlî daxwaz kir ku, tevgera artêşa Îsraîlê li Sûriyê zêde bike, herwiha armancên xwe li wî welatî zêde bike.

Başa dön tuşu