ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Salihî: Êrişa mûşekî ya ser Sûrîyê têkçûna sîyasî ya Amerîkayê

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Êrişa mûşekî ser Sûrîyê îflas û têkçûna sîyasî ya Amerîkayê û hevpeymanên wê nîşan da.

Elî Ekber Salihî îro li koma nûçegihanan têkildarî êrişa mûşekî ya Amerîakyê ser Sûrîyê herwiha got: Vê êrişê nîşan da ku Amerîkayê û hin welatên ewropî ku digel wê da bûn, cinayet kirin bêyî ku hegereke razîkir û bawerpêkirî ji bo vî karî hebin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha got: Vê êrişê bûyerên di sala 2003`yê li Iraqê bibîr xistin ku wê demê Kalîn Powell wezîrê karên derve yê Amerîkayê li NY belgeyek raber kir û idia kir: Iraqê oranîyom ji Nîcêrê kirîye û dixwaze ji bo armancên neaştîyane bi kar bîne ku 2 salan piştî wê derket holê ku ew belgeya sexte bûye û eva bû sedema riswatîya sîyasî.

Salihî bi gotina vîya ku Amerîka û welatên rojavayî li axavtinê hevdeng nînin û dîyar kir: Rastî û pênaseya rast a welatên zorbêj ji bo gel aşkira bûye û sîyaseta rayedarên Amerîkayê û welatên rojavayî neberaqilî, zilim û hovîtî ye.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku hin welatan dixwestin ku Îranê dijminê ereban bidin nîşandanê lê kivş bû ka kî dijminê ereban in û dîyar kir: Hin welatên ereb, Israîl ku dijminê ereban e û warê pîroz ê ereb û misilmanan dagir kirîye dane alîyekî û destê dostîyê ber bi wê va dirêj dikin lê Îranê ku pişta mezlûman digire şermezar dikin ku ew nagihêjin tu encamekê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu