NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama cinayetên hevalbendiya navnetewî ya bi pêşengiya Amerîkayê li Sûriyê

Ji ber êrişa firokeyên hevalbendiya navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka ser derûdora Dêrazorê li rojhilata Sûriyê 8 kes hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ji ber êrişa firokeyên hevalbendiya navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka ser bajarokê El-Baxûz li rojhilata parêzgeha  Dêrazorê li rojhilata Sûriyê 8 kes hatine kuştin û hin ji welatiyên din ên sûrî jî birîndar bûne ku birîna hinekan giran e.

Hinek ji bingehên sûrî ragihandine ku ji ber vê êrişa firokên şêr yên hevalbendiya navnetewî ser Dêrazorê 17 kes birîndar bûne û di nav kuştiyan da jî sê zarok hene.

Saziyekî nedewletî û hiqûqî yê Amerîkayê ser navê Airwars ragihandiye ji ber êrişa hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka ser axa Sûriyê ji sala 2017 heta niha 6 hezar kes hatine kuştin.

Amerîka û hevalbendên xwe ji sala 2014 bi mihana sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞ`ê hevalbendiyek bona êrişa ser axa Sûriyê pêk anîni ku vê hevalbendiyê bêyî êîzna dewleta Sûriyê êrişî ser axa Sûriyê kir û ji ber van êrişên vê hevalbendiyê heta niha gelek ji xelkê Sûriyê hatine kuştin, birîndar bûne yan jî jimalên xwe aware bûne.

Başa dön tuşu