NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Qazaqistanê ligel desteya Sûrîyê û neyarên sûrî

Wezîrê karên derve yê Qazaqistanê li hevdîtina ligel serokê desteya hikûmeta Sûrîyê li muzakirên Astanê got: Civîna Astanê pêngaveke girîng jibo pêşdabirina gerra tê ya muzakirên Jênêvê bi piştgirîya NY ye.

Xîret Evdilrehmanof wezîrê karên derve yê Qazaqistanê bi awayekî cida ligel serokê desteya hikûmeta Sûrîyê li neyarên dewleta vî welatî ku jibo pişkdarîya li civîna Astanê serdana Qazaqistanê kirine, hevdîtin pêk anî.

Xîret Evdilrehmanof di vî warî da got ku dewleta Qazaqistanê hewl dide gîhandina alîkarîyan bo gelê Sûrîyê bê hêsankirinê.

Wezîrê karên derve yê Qazaqistanê herwiha got: Nûrsiltan Nezerbayêf serokomar û dewleta vî welatî hewldanên xwe jibo alîkarîyê bidin pêngavên navnetewî yên jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê didomînin.

Evdilrehmanof li hevdîtina ligel desteya neyarên sûrî jî bi wan ra li bara destûrkara civîna Astanê qise kir.

Serokê şandeya hikûmeta Sûriyê bo Astanayê Beşar El-Caferî jî teqez kir ku “diyalogeke tirkî-sûrî dê pêk neyê, ji ber ku Tirkiye serweriya Sûriyê binpê dike û alîkariya terorîstan dike”.

El-Caferî wiha got: “Tirkiye serweriya Sûriyê binpê dike, alîkariya komên terorîst dike û rê li ber çareseriya aştiyane digire, lewra jibo me, dê diyalogeke sûrî-tirkî pêk neyê.”

Wî herwiha teqez kir ku “aliyên herêmî dê ‘beşdarî civînên Astanayê nebin’, ji ber ew civîn di navbera sûriyan bixwe de ne ku ti merc ji pêş va nehatine diyarkirin û ti aliyê derveyî dê destwerdanê têde neke”.

El-Caferî di berdewamîya axiftina xwe de diyar kir ku armanca civînên Astanayê, diyarkirina xetên rawestandina şerî ye û ew e ku komên terorîst ji komên agirbes pejirandiye bên cihêkirin.

Derbarê pêşbîniyên encamên civînan de, El-Caferî eşkere kir ku hîn zû ye, mirov encaman texmîn bike lê niyeta hikûmeta sûrî ew e ku bi awayekî erênî beşdarî civînan bibe.

Misogerkirina agirbesê, sekinîna kêrhatî li hemberî têrorîsmê û gotûbêja alîyên sûrî jibo danîna bingehekê jibo bidestxistina rêçareyeke sîyasî bo qeyrana Sûrîyê ji armancên civîna Astanê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu