ÎranNûçeRojhilatanavin

Nunerê Îranê li OPEC`ê: Amerîka nikare firotina nifta Îranê tam bide rawestandinê

Nunerê Îranê li desteya kargêr a Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC), bal kişand ser nekarabûna berhemînerên niftê di warê dabînkirina kêmasîya niftê de û got: Amerîka nikare bigihêje armanca xwe ya rawestandina tam a firotina nifta Îranê.

Hisên Kazimpûr-Erdebîlî li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Reutersê got: Amerîka ji bo ku asta firotina nifta Îranê daxe sifrê dê pêrgî astengan bibe ji ber ku bazara niftê û berhemînerên niftê yên reqîbê Îranê nikarin kêmasîya ji ber rawestandina firotina nifta Îranê dabîn bikin û biceribînin.

Nunerê Îranê li OPEC`ê herwiha got: Li hîç welatekî potansîyela derxistina zêdetir a niftê ji asta kivşkirî tineye.

Daketina asta nifta raberî li bazarê bûye sebeba jordaçûna bihaya nifta xav bi awayekî ku bermîla wê di vê hefteyê de ji 80 dolarî derbas bû ku bihaya herî bilind a niftê ji meha Gulanê ve tê hesêb.

Dewleta Amerîkayê di 20`ê Tebaxê de ragihand ku 11 milyon bermîl ji zimhêra awarte ya nifta xav a vî welatî bi merema girtina pêşîya jordaçûna bihaya niftê ya ji ber sîyaseta boykotkirinê ya Waşîngtonê li dijî Têhranê difiroşe.

Başa dön tuşu