IraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Iraqê: “Ez bi xwe dosiya jinên êzdî yên hatî rewandinê dişopînim”

Serokkomarê Iraqê îro daxwaza kutakirina pirsgirêkan û pevçûnên navçê kir ku piştgiriyê didine zêdegaviyê.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê El-Yewm Ul-Sabiê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê li hevdîtina  bi Nadiya Muradê  ku xelata  aşitiya Nobelê li Bexdayê  wergitiye, li daxûyaniyekê destnîşan kir: “Ezê bi xwe dosiya jinên êzdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine  rewandinê bişopînim”.

Berhema Salih di dewamê de her wiha got: “Mesela Muradê, mesela  Iraqê ye û mesela her stûxwarekê ku  ji ber hovîtî û zilm û zordariya Rêxistina  tundrê îza bûye”.

Salih ser pêwîstiya  kutakirina pirsgirêk û pevçûnên  navçeyî ku piştgiriyê didine pirsgirêk û pevçûnên navçeyî û hegerên ku  îzna derketina rêxistinên  terorîstî dide, teqez kir.

Başa dön tuşu