IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê 188 zarokên DAIŞ`î vegerandin Tirkiyê

Konseya Bilind a dadweriya Iraqê raghand ku dadgeha navendî lêkolîn ser zêde ji 100 zarokên Tirkiyê ku DAIŞ`ê ew li Iraqê bi cih hiştbûn, radestî Tirkiyê kirin.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Qazî Ebdulsetar Bîreqdar,berdevkê Konseya Bilind a dadweriyê ya Iraqê îro çarşemiyê li daxûyaniyekê diyar kir: Dadgeha navendî lêkolînên ku berpirsê hilkolandina  osiya  terorîzmê û tawanbarên  biyanî ye, 188 zarokên ku koma terorîstî ya  DAIŞ`ê li Iraqê bi cih hiştibû radestî berpirsên Tirkiyê kir.

 Bîreqdar bal kişand ser vê yekê ku operasyona  guhestinê bi çavdêriya dezgeha dadweriyê cih hat got: Hejmareka kêm kesên  temendar di nav wan de  hebûn ku bi tawana derbasbûna ji sînoran û nebûna  dewra îqametê tawanbar bibûn û dewra  mehkûmiyeta wan  jî dawî bû.

 Berdevkê Konseya  bilind a  dadweriya Iraqê got: Guhestina van zarokan bi  beşdariya nûnerekî wezareta karên derve ya Iraqê û nûnerekî din ji balyozxana  Tirkiyê li Bexdayê û saziyên navneteweyî mîna  UNICEF`ê cih hat.

Başa dön tuşu