CîhanEwropaNûçe

Koçberên Hondurasî ber bi Amerîkayê ve diçin

Karwaneke din a koçberên Hondurasî ber bi Amerîkayê ve birêketine, koçber beşek ji wan jin û zarok in û dixwazin bigihin welatê xewnê xwe, ku li gor wan, Amerîka ye.

Birêketina wê karwana koçberan ber bi Amerîkayê ve di demekê de ye, ku hêj ew koçber ku li Meksîkê asê bûne, nekarîne rêyekê bibînin ku bikarin derbasî nav xaka Amerîkayê bibin.

Koçberên Hondurasî dibêjin, metirsî li ser jiyana wan heye û rewşa aboriya wan xirab e, lewma ji welatê xwe koç dikin, lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze bi çêkirina dîwarekê li ser sînorê Meksîkayê rêgiriyê li koçberên neyasayî bo welatê xwe bigire.

Başa dön tuşu