IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê: Bila hêzên Tirkiyê hizir nekin ku bo seyranê hatine Iraqê

Heyder Ebadî: Divê hêzên tirk ji Iraqê derkevin û bila hêzên Tirkiyê hizir nekin ku bo seyranê hatine Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, li hember hebûna hêzên Tirkiyê li devera Başîqê ya Mûsilê nerazîbûn nîşan da û got: Bila hêzên Tirkiyê wisa hizir nekin ku li seyran û geriyanê ne.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li devera Başîqê de daxuyanî da.

Heyder Ebadî diyar kir ku wan ji Tirkiyê nexwestine hêzên xwe bişînin nav axa Iraqê û got: “Bila serbazên Tirk wisa hizir nekin ku bo seyran û geriyanê çûne Başîqê!”

Ebadî hişyarî da û ragihand ku dibe ku di navbera hêzên Iraqê û Tirkiyê de pevçûn derbikeve û wiha domand: “Pêwîstî bi hebûna hêzên Tirkiyê nîne. Me ji Tirkiyê, hêz nexwestine û li Iraqê leşkerên biyanî nîne. Serweriya Iraqê xeta me ya sor e. Divê Tirkiye hurmeta wê yekê bigre. Em naxwazin bi Tirkiyê re bikevin nav şer û aloziyê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu