NûçeRojhilatanavinSûriye

Birek ji serkirdeyên DAIŞ`ê ji parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê revîne

Piştî nîzikbûna artêşa Sûriyê bi bajarê El-Meyadînê li başûra parêzgeha Dêrezorê, êdî serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê revîna ji nav vî bajarî destpê kirine.

Li gor rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûriyê(SANA) Hevçaxê pêşketinên artêşa Sûriyê li rojhilata vî welatî, bingehên xwecî îro ragihandin ku Berekat El-Mutelib ji serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji bajarokê El-Eşare li bakûra bajarê El-Meyadînê ku dikeve parêzgeha Dêrezorê ber bi ciyekî nediyar reviye.

Li gor raporên belavbûyî li van çend rojên bihurî çend serkirdeyên DAIŞ`ê ji vê navçê revîne.

Li gor nûçeyekî din ji Sûriyê ji ber şer û pevçûna di navbera grûpên çekdar ên neyarê Şamê li bakûra Helebê, herî kêm 15 kes hatine kuştin.

hevçaxê serketinên artêşa Sûriyê dijî terorîstan, neyariyên navbera van grûpên terorîstî û çekdar ên neyarê dewleta Sûriyê jî her diçe zêdetir dibe

Başa dön tuşu