IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama serketinên hêzên iraqî li hemberî DAIŞ`ê li Mûsilê

Yek ji fermandarên artêşa Iraqê ragihand ku devera Nablos li beşa rojavayî ya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hat azadkirinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandarê opêrasyona azadkirina Mûsilê bi daxûyanîyekê ragihand, hêzên iraqî duh danê êvarê devera Nablos li beşa rojavayî ya Mûsilê tam ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kiri ()n û alaya Iraqê li banê avahîyên vê deverê bilind kirin.

Reşîd Yarulah herwiha got: Di encama vê opêrasyonê da bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê yan birîndar bûn.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu