CîhanEwropaNûçe

15 kuştî li encama êrişên çekdariyê li Emerîkayê hatin kuştin

Li encama 80 babetên gulleavêtinê yên ku di 24 sietên derbasbûyî de hatina ragahndin li eyaletên curbicure Emerîkayê, 15 kes hatine kuştin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya anvenda tomarkirina amara tund û tûjiyên  çek û sîlehî li Emerîkayê li encama  ev şîdetên çekdariyê ku li eyaleta Îlînwiyê, Pênsîlwanayê, Corciyayê û Kalîfurniyayê qewimî, 15 kes hatin kuştin û 73 kes jî birîndar bûn.

Her wiha li 48 sietên buhurî li  cihên curbicure Emerîkayê, 210 mijarên gullevaêtinê hatine tomarkirin ku li encama wê 55 kes  hatine kuştin û 154 kes jî birîndar bûne.

Li gorî amaran, Emerîka xwediyê hejmara herî zêde ya çekên sivik pêka  gelheya vî welatî tê hesabê bi curekê ku li hember her 100 kes ji nifûsa Emerîkayê, 90 tifing û çekên  kemberî li welêt hene.

Ji ber nifûza lobiya piştgirê hilgirrtina çek û sîlehan li kongira Emerîkayê, dewlet û û du partiyên  sereke yên vî welatî  jibo sîordarkirina  çekên gerim  tu pêngavekê ranakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu