ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Karwanê alîkariya xelkê Rojhilat geheşt lêhqewmiyên Loristan

Piştî baran û lehiyên du heftiyên borî yên li piraniya bajarên Îranê û bi taybet jî li parêzgehên Loristan, Îlam û Kirmaşanê ziyanek mezin gehande mal û jiyana hemwelatiyan û yekem alîkariya xelkê Merîwanê geheşt Loristanê û li Silêmaniyê jî helmetek bo kom kirina alîkariyan destpê kir.

Kampanya û helmet li navenda bajarên ‘’Sine, Merîwan, Seqîz, Dêwulan, Bane, Mihabad, Pawe, Ciwanro, Selasî Bawecanî û hwd..’’ bi awayek xurt destpê kiriye û bi taybet helmeta ‘’Navenda Ferhengî û hunerî ya Wejîn’’ a Merîwanê û saziya Zagros li Sine bi awayek berfireh mijûlê komkirina alîkariyan in. yekem karwanê alîkariyan jî geheşt Loristanê û bi taybet bajarê Polduxter bi awayek xwebexş li ser hemwelatiyên lêqewmayî tên dabeş kirin.

Di encama lehiyê li hemû bajarên parêzgeha Loristanê, herwaha parêzgehên Îlam û Kirmaşanê û 15 parêzgehên din ên Îranê, heta naha nêzîkî 70 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Başa dön tuşu