ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Weşandina belgeyên bidizîyên hevkariya Alê Siûd bi Rêjîma Siyonîst ra

Rojnameya qeterî hin belge ji hevkariya nihênî ya navbera wezareta karên derve ya Erebistanê û Rêjîma Siyonîst weşandin ku nîşan dide sala 1966an Riyazê ji Til Avîvê xwestiye ku Sînaya Misrê dagir bike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Resayê, rojnameya Elê Şerqê ya Qeterê bi weşandina telegrafên nihênî yên wezareta karên derve ya Erebistanê berûlayên nû ji komploya vî welatî li dijî gelên erebî bi taybet gelê Filistînê aşkira kir û ragihnad: “Riyazê di 27`ê Kanûna 1966`an bi aşkiratî ji Rêjkîma Siyonîst xwestiye ku Sînaya Misrê dagir bike. Riyazê her wiha tevî hewildana ji bo xurtkirina bingehên vê rêjîmê, pêşniyara êrîşa li ser Sûriyê û cudakirina beşeka wî welatî daye Rêjîma Siyonîst.

Li gorî vê raporê, Erebistanê her wiha ji Rêjîma Siyonîst xwestiye ku Xeze û Kêlêeka Rojavayî ya Çemê Urdinê bixe bin serdestiya xwe da ku bi vî awayî rê li ber her cûre liv û tevgerên filistîniyan an hewildanên her welatekî ereb bo azadkirina Filistînê were girtin.

Riyaz bi van daxwazan di rastî da li dû wêdadayîna mafê vegeriyanê yê awareyên filsitînî ye.

Li gorî van belgeyan, Rêjîma Siyonîst bi baldarî ji bo serdema asayîkirina pêwendiyan plan dariştiye û Mûsadê alîkariyên istixbaratî yên nihênî dane ber destê Istixbarata Erebistanê û ev alîkarî ji sala 2012an va zêdetir bûne.

Berî viya serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, Bênyamîn Nêtanyahû ragihand ku pêwendiyên Israîlê digel hin welatên ereb gihîştiye asteka kêmdîtî.

Hevdengî û yekhelwêstiya ber bi zêdebûnê ya navbera Erebistan û Rêjîma Siyonîst li warê şopandina siyasetên dijî Bereya Berxwedanê li navçeyê bi armanca lawazkirina Berxwedana filistîniyan û hevkariya van du rêjîman li warê piştevaniya ji têrorîstan li navçeyê, pênase û hundirê Rêjîma Siyonîst û Erebistanê ku bi xwe sereçaviya têrorîsmê ne, zêdetir ji berê nimandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu