CîhanEwropaNûçe

Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin

Serokê Rêvebiriya Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont di axaftina xwe ya televîzyona TV3ê ya Katalonyayê de got: “Em vê wekî ragihandina serxwebûna yekalî bi nav nakin. Em behsa serxwebûnê dikin. Ev di qanûna me de heye û em ê vê qanûnê bi cih bînin.”

Carles Puigdemont di berdewamiya axaftina xwe de behsa madeyên referandûmê ku ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatibûn betalkirin kir û got: “Di qanûnê de jî dibêje ‘heke di referandûmê de dengê erê derkeve di nava 48 seetan de dikarin serxwebûnê îlan bikin.”

Puigdemont di dirêjiya axaftina xwe de têkiliyên Katalonya û hikûmeta Îspanyayê nirxand û got: “Ev demeke dirêj e bi hikûmeta Îspanyayê re têkiliyên me tuneye. Ji bo ku ew naxwazin mijara serxwebûnê biaxivin. Xweşiya wan here neçe tiştê ku li Katalonyayê dibin rastî ne.”

Serokê Asambleya Neteweyî ya Katalonyayê (ANC) Jordî Sanchez ku pêşengiya hewldanên sivîl ên serxwebûnê dike ragihand ku wê di 10ê Cotmehê de serxwebûna xwe îlan bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu