FilistînNûçeRojhilatanavin

Kavilkirina erdên filistîniyan jibo avakirina bajarokên sîyonîstnişîn

Rejîma Siyonîst erdên filistîniyan ên li gundên Şefat û Beyt Henînayê li bajarî dagîrbûyî yê Qudsê, bona avakirina 690 malên jibo siyonîstan kavil kir.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, Ishaq Seîd Ebû Xezîr, serokê konseya gundê Şeifatê got, Rejîma Siyonîst erdên filistîniyan ên li gundên Şefat û Beyt Henînayê li bajarî dagîrbûyî yê Qudsê, bona berfirehkirina bajaroka Remat Şelomerê kavil dike.

Ev karê Rejîma Siyonîst li halekê pêk tê ku Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), 23`ê Kanûnê, biryarnama 2334`an a mehkûmkirina avakirina bajarokên rejîmê li navçeyên filistînî, bi 14 dengên erê, pejirand û tenê Amerîkayê, dengê bêla da wê.

Li gorî vê biryarnameyê, Rejîma Siyonîst wezîfedar dibe ku bi tamî çalakiyên xwe yên avakirina bajarokan li navçeyên filistînî û ji wan Qudsa rojhilatê bisekinîne.

Piştî pejirîna vê biryarnameyê, Rejîma Siyonîst ragihand ku ji vê biryarnameyê peyrewiyê nake û wê cih nayîne.

Başa dön tuşu