Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ibrahim Rahimpur li Astanayê bi Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Gayret Abdulrahmanov re hevdîtin pêk anî û Abdulrahmanov di wê hevdîtinê de diyar kir ku Îran dikare piştgiriyê bide sazkirina lûtkeya serokên Rêxistina Hevkarî ya Îslamê (IIT).
Abdulrahmanov her wiha diyar kir ku ew wekî Kazakistanê piştgiriyê dide endamtiya Îranê ya ji bo Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê (ŞIO).
Rahimpur jî dest nîşan kir ku ev bi salan e di navbera her du welatan de hevkariyeke aborî ya xurt heye û got, “Di sala 2017an li Kazakistanê di asta serokan de wê çend civîn werin lidarxistin û Îranê ji bo beşdarbûna van civînan hewil bide.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)