ÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera wezîrê Pêşe, maden û bazirganiya Îranê bo Tirkiyê

Wezîrê pêşe, maden û bazirganiyê yê Komara Îslamiya Îranê, jibo gotûbêja li ser geşkirina peywendiyên di warên aborî û bazirganiyê de , di navbera Îran û Tirkiyê de, li serokatiya taximekê derbasî Enqerê bûye.

Mihemed Riza Nimetzade, wezîrê pêşe, maden û bazirganiyê yê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li balafirgeha Enqerê, ji aliyê Mihemed Îbrahîm Tahêriyan Ferd, balyozê Îranê li Tirkiyê û rayedarên wezareta aboriya vî welatî ve hate pêşwazîkirin.

Biryar e Nimetzade, bi NÎhad Zeybekçî, wezîrê aborî û serokê taxima aliyê tirk a komîsyona hevpar a hevkariyên aboriyê yên di navbera Îran û Tirkiyê de, hevdîtin pêk bîne û li ser standardên ku Tirkiye jibo hin kelûpelên îranî li îxracata bo vî welatî pêk tîne û herwiha berfirehkirina lîsteya kelûpelên ku hevhatinnameya bazirganiyê ya tercîhî ya di navbera du welatan de digire ber xwe, gotûbêjê bike.

Niha Îranê jibo 125 kelûpelên îxracatî yên Tirkiyê bo Îranê, daketineka bihayê berçav girtiye û Tirkiye jî jibo 140 kelûpelên îxracîtî yên Îranê bo Tirkiyê ew kêmkirina bihayê berçav girtine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu