AsyaNûçe

Kazakistanê avahiyeke bilind hilweşiya

Li navçeya Şahan a bajarê Şahtinsk a herêma Karagandaya Kazakistanê avahiyeke bilind hilweşiya. Di endama hilweşînê de 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya RIA Novostiyê ku dispêre çavkaniyekî Wezareta Navxweyî ya Kazakistanê mirina 9 kesan serast kir û ragihand ku hetan niha ji avahiya hilweşiyayî 9 cesed hatine deranîn, 3 jê zarok, 3 jin û 3 jê jî mêr in. Herwiha li gorî agahiyên çavkaniyê wezaretê, ji zarokan yek jê yeksalî û yên din jî 6 salî ye.

Wekî din yekîneyên rewşa lezgîn ên herêmê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku li gorî encamên pêşî yên lêkolînê avahi ji ber teqîna pergala germkirinê facîa pêk hatiye. Hat ragihandin ku tîmekî ji 280 kesî pêk tê di lêgerîn û rizgarkirina avahiyê de cih digire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu