NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina bajarê Helebê û guhertina alûgurên Sûriyê

Rêveberê giştî yê Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê yê wezareta karên derve ya Îranê got: Piştî azadkirina tam a bajarê Helebê, alugurên Sûriyê derbasî qonaxeke teze dibe.

Muhemed Îranî, rêveberê giştî yê Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê yê wezareta karên derve ya Îranê berêvara sêşemiyê li civîna hilkolandina bandorên stratejîk ên azadkirina  Helebê li Têhranê  destnîşan kir: Serketina li Helebê xala weçerxanê ye û bi serketina  alîgirên berxwedanê, Îranê, artêşa Sûriyê û Rûsiyê dê rewş bighere.

Rêveberê giştî yê Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê yê wezareta karên derve ya Îranê li bara giringiya azadkirina Helebê û destnîşan kir: Azadiya Helebê ji ber hin taybetmendiyan ji wan jeopolêtîkî û sloganên  aborî û nifûsê û cînaretiyê û dîrokî buyereke giring bûye.

Îranî bal kişand ser grûpa dawiyê ku pênşemiya buhurî ji Helebê derket û got:Heleb 53 mehan di kontrola hêzên dijber ên çekdar û terorîstan de bû û li vê midehê ji aliyê dewlet û artêşa Sûriyê ve hat azadkirin.

Bajarê Helebê piştî çar sal û 5 mehan li roja 13 Kanûnê ji lepên terorîstan hat azadkirin ku bûye sedema  berteka  nerênî û fukara giran a neyarên hikûmeta Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu