CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dora duyem a gotûbêjêbn Japonya û Amerîkayê li ser boykotên dijî Îranê bê encam bi dawî bû

Wezareta karên Derve ya Japonyayê bi daxûyaniyekê ragiha dku dora duiyem a gotûbêjên navebra rayedarên vî welatî û rayedarên amerîkî drbqarê boykotên dijî Komara Îslamî ya îranê bêyî tu encamekê bi dawî bûye.

Li gorî rapora Koma mnavneteweyî ya ajansa nûçeyan a Tasnim Newsê, Wezareta karên Derve ya Japonyayê bi daxûyaniyekê roja Şemiyê ragihand ku berpirsên vî welatî li hevdîtina bi berpirsêln amerîkî ra ji wna xwestine ku daxwaza xwe ya derheqê kêmkirina kirrîna niftê ji Îranê li ser çalakiyên kompaniyên japonyayî bandorê neke.

Malpera Japon Newsê nivîsî ku hevdîtina dualî ku navera rayedarên japonyayî û amerîkî hatiye lidarxistin, dora duyem a gotûbêjên navbera du aliyan ji bo rawêjkariya derbarê boykotên Azmerîkayê dijî Îranê piştî derketina vî welatî ji Lihevkirina Atomî ye.

Daxûyaniya Wezareta karên Derve ya Japonyayê ku roja şemiyê hatiye dayînê nîşan did eku ev hevdîtin rojên Çarşemî û Pêncşemiyê li Waşîngtonê hatiye lidarxistin û du aliyan nekarîne li vî warî da bigihêjin ti encamekê. Rayedarên du aliyan hema wisa gotûbêjh û rawêjakriya xwe li vî warî da didomînin.

Boykotên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya îranê li pişka Niftê dê ji roja 4ê Mijdara 2018an vbikevin qada cihanînê. Ev boykot Wezareta Xizînedariya Amerîkayê neçar dike ku hn boykotan li dijî wan bankan bisepîne ku digel banka navendî an her yek ji navendên malî yên boykotkirî yên Îranê danûstandinê dike.

Başa dön tuşu