ÎranNûçeRojhilatanavin

Kemal Xerazî û wezîrê karên derve yê Spanyayê civîyan

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê û wezîrê karên derve yê Spanyayê li Madrîdê civîyan û têkildarî meseleyên curbicur ên dualî, navçeyî û navnetewî gotûbêj kirin.

Kemal Xerazî serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê û Josep Borrell wezîrê karên derve yê Spanyayê şeva buhurî li vê hevdîtinê têkildarî rewşa rêketinama atomî piştî vekişîna Amerîkayê û rêbazên parastina vê rêkeitnamê û sekinîna li hemberî sîyasetên Waşîngtonê yên boykotkirina Îranê rawêjkarî kirin.

Xerazî herwiha bi Elena Valenciano cîgira wezîrê karên derve yê Spanyayê li karên navnetewî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê bi armanca gotûbêja digel rayedarên Spanyayê digel desteyeke sîyasî çûye Spanyayê.

Kemal Xerazî Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê berî seredana Spanyayê bike, li Îtalyayê bi Enzo Moavero Milanesi wezîrê karên derve yê Îtalyayê  û Pietro Parolin serokwezîrê Vatîkanê re li şarê Romê hevdîtin pêk anî.

Başa dön tuşu