Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê dîyar kir ku desteya Ewropayê pêgirî li ser lezgînkirina hevkarîyên digel Îranê kir û ragihand: Karê digel ewropîyan di warê domandina rêketinama navokî de pêşda diçe û tu karek ber xatirê vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî sist nebûye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bêhrûz Kemalvendî îro li rex muzakireyên digel desteya Ewropayê ku bi serokatîya komîserê Enerjîyê yê YE`yê digel desteya navokî ya Komara Islamî ya Îranê pêk hatin, di bersiva pirsekê têkildarî pêngavên Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê wek berteka li hemberî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê got: Heke em bikaribin mêkanîzmekê bi dest bixin ku bi saya wê bêyî Amerîkayê rêketinama navokî were domandinê, em dê bikaribin hevkarîyên digel alîyên din ên rêketinama navokî bidomînin.
Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê têkildarî hevkarîya alîyên ewropî yên rêketinama navokî got: Niha ewroîyan herîkêm vîyana parastina rêektinama navokî û domandina hevkarîyê hene lê eva ku ev vîyana têra mayîna Îranê li rêketinama navokî dike yan na, hewcedarê demê ye.
Kemalvendî bi gotina vîya ku Amerîka ji hêla hitbara navnetewî ve di rewşeke xirab de ye, dîyar kir: Muzakirên îro yên desteya navokî ya Komara Islamî ya Îranê digel desteya ewropî avakir û erênî bûn û Îran dê gotûbêjên digel alîyên sereke yên Ewropayê, Çîn û Ûrsêtê bidomîne.
Bêhrûz Kemalvendî di bersiva vê pirsê de ku “ heke muzakirên Îranê digel ewropîyan ji bo dewama cihanîna rêkeitnama navokî serkevtî nebin û biryara vekişîna ji rêketinama navokî bê dayînê, gelo ewropî yê digel Amerîkayê li Konseya Ewlehîyê yan jî bi awayekî yekalî dest bi sepandina boykotan ser Îranê de bikin?“ got: Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê ji bo her rewş û şert û mercekî amade ye û dikare bizvire rewşa berî rêketinamê û heta pêştir ji wê jî.