NûçeÎranRojhilatanavin
Kemalvendî: Îdîayên li ser nebûna tedbîrên kontrolê ne rewatiya qanûnî ye
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2022/09/166306797506362400.jpg)
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behroz Kemalwendî ragihand ku ti bingeheke yasayî ya valahiya çavdêriyê ya ku IAEA behsa wê dike, nîne û her roj ev valahî zêdetir dibe.
Kemalvendî da zanîn ku Îran di derbarê wan sê malperên îdiakirî yên ajansê de bi temamî hevkarî kiriye û agahî û bersiv ji pirsên ajansê re şandiye û ji bo rakirina nezelaliyê civînên gotûbêjê li dar xistiye.
Wî her wiha got: Ajans nabe ku li ser belgeyên ku ji aliyê saziya siyonîst ve hatine çêkirin û bi mebestên siyasî yên taybet pêşkêşî ajansê tên kirin, biryaran bide.